Huda Kaya: Pêşniyarên Birêz Ocalan gelekî girîng in

  • 14:35 22 Îlon 2018
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Hevberdevka DÎK'ê Huda Kaya di çaliştaya "Îslamiyeta Îktidarê û Takva" ya ku ji aliyê DÎK'ê ve hatibû amadekirin de axivî û got:"Di vê pêvajoyê de pêşniyarên Birêz Ocalan gelek girîng in."
 
Kongreya Îslamê ya Demokratîk (DÎK) li Otela Plazayê ya Enqereyê çaliştaya "Îslamiyeta Îktidarê û Takva" li dar xist. Serokê Wekîlê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Hevberdevka DÎK'ê Huda Kaya û delege beşdarî çaliştayê bûn. 
 
Axaftina destpêkê ji aliyê Huda Kaya hat kirin.
 
'Berpirsiyariyek mezin li ser milê me ne'
 
Hudayê got:"Pêdiviya hemû gelan ji aştî û azadiyê re heye. Loma di vê pêvajoyê de pêşniyarên Birêz Ocalan gelekî girîng in. Dewletên wekî Îran û Tirkiyeyê di bin navê îslamê de gelan diçewisînin. Ya girîng ew e ku ji bo mirovatiyê xizmet bê kirin. 
 
Piştre Prf. Nurettin Tugay axivî û got:"Tiştên ku hûn ji bo xwe bixwazin ger hûn ji bo xwişk û birayên xwe jî nexwazin tu girîngiya wî tiştî namîne. Ya girîng ne ku mirova mislimantiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Ya girîng ew e hemû kes ji bo mirovahiyê têbikoşin."
 
Beşa çaliştayê ya yekem bi pirs û bersivan didome.