Li Mêrdînê civîn hat lidarxistin
- 14:10 22 Îlon 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Bi pêşengiya HDP, DBP û KCD’ê dînamîkên heremê di civîna “Amadekariya hibijartinên herêmî” de hatin gel hev.
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Kongreya Civaka Demokratîk(KCD), saziyên civakî yên sivîl di civîna “Amadekariya Hilibijartinên Heremî” de hatin gel hev. Civîn li avahiya HDP’ê ya navçeya Nisêbînê hat lidarxistin. Li salona civînê pankarta “Bi berxwedana jinê ew ê azadî bi ser bikeve” hat daliqandin. Parlementerên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay, Tuma Çelîk û Mîthat Sancar, Meclîsa Jinan a HDP'ê, hevserokên şaredariyên ku qayim hat tayînkirin, Kongreya Demokratîk a Gelan(KCD), rewşenbîr û nivîskar, Dayikên Aştiyê, Komeleya 78’an, hevserok û rêvebirên navend û navçeyê û gelek kes tevlî civînê bûn. Beriya civîn dest pê bike deqeyek rêz hat girtin.
Di civînê de "Di siyaseta demokratîk de polîtîkaya serdema nû", "Li dijî tecrîdê xeta çalakiyê", "Stratejiya rêveberiyên herêmî" hat lidarxistin.
Civînên di derbarê hilbijartinên herêmî de li heremên din jî dê bidomin.