Polîsan êrîşî Dayikên Şemiyê kirin
- 12:49 22 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Li Qada Galatasarayê, polîsan mûdaxaleyî Dayikên Şemiyê yên xwestin aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin, kirin.
Dayikên Şemiyê û xizmên windakiriyan ji bo aqûbeta windakiriyên xwe bipirsin û bi daxwaza kujer bên darizandin, cara 704’emîn xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Dayikên Şemiyê yên li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn, wêneyên windakiriyên xwe kirin destên xwe û xwestin heya Qada Galatasarayê bimeşin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Buldan jî beşdarî çalakiya dayikan bû. Polîsan bi mertalên xwe mûdaxileyê komê kir û hewlan her kesê bixin avahiya ÎHD’ê.
Girseyê li dijî êrîşa polîsan dirûşme berz kirin û bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan endamên çapemeniyê yên êrîşên polîsan kişandin ji qadê dûr xistin.
Dorpêçkirina polîsan didome. Dayikên Şemiyê li ber Şaxa ÎHD'a Stenbolê daxuyanî dan û li aqubeta Huseyin Morsumbul ê ku piştî derbeya 12'ê Îlonê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn.
'Mafê me yê makeqanûnî tê astengkirin'
Ji mirovên Şemiyê Îkbal Eren daxuyanî da û got:"Mafê me heye ku em aqubeta windayan zanibin. Ku zarokên me li ku ne? Ji bo ku nifşên piştî me vê rastiyê zanîbe û careke din canê kesekî neêşe me mafê xwe parast. Mafê me yê makeqanûnî tê astengkirin. Em windayên xwe û edaletê dixwazin. Em dev ji Qada Galatasarayê bernadin."
Piştî daxuyaniyê Dayikên Şemiyê dirûşma "Dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe" berz kirin û derbasî avahiya ÎHD'ê bûn.
Her wiha Dayikên Şemiyê û CHP'yên ku piştgiriyê didin wan li Qada Galatasarayê hatin gel hev û qurnefîl danîn qadê.
Dorpêçkirina polîsan û sekinandina Dayikên Şemiyê didome.