Li Terolar gel bi fikar e: Em nizanin kî li kampan dimîne
- 09:14 22 Îlon 2018
- Rojane
MEREŞ - Li gundê Terolar ku Elewî lê dijîn, kampa penaberan hatiye avakirin. Gundiyên Terolar bertek nîşan dan û gotin: “Ji bo civaka me xera bikin ev kamp çê kirine. Em nizanin kî li van kampan dimînin. Em bi fikara komkujiyek duyem a Mereşê dijîn.”
Welatiyên Elewî yê li gundê Terolar a navçeya Dulkadîr a Mereşê dijîn, di 2016’an de bi rojan li dijî kampa ku kapasîta wê 27 hezar bû û girêdayî Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatê (AFAD) bû hatibû çêkirin bi rojan nobet girtin û berxwe dan. Ji bilî Mereşê, Elewiyên li Tirkiyeyê û Ewropayê dijîyan jî bertek nîşan dan. Elewiyên rastî mudaxaleya polîs û leşkeran hatin diyar kirin ku ew ne li hemberî kampê ne lê ev kamp ji bo asîmîlasyona bawerî, çand û ziman e. Kampa mijara gotinê ye gel dike nav fikaran.
‘Kî li kampan dimîne?’
Nêzî 30 hezar penaber lê hatine bicihkirin. Li herêma kampê nêzî 24 gundî hene û serjimara wan jî 5 hezar e. Lê hejmara serjimara kampê ji niha de 30 hezar derbas kiriye. Welatiyên herêmê diyar dikin ku ev bi zextên ziman, bawerî û asîmîlasyona ziman re hatine rû hev.
‘Koçberiya bi zorê didome’
Gelê Mereşê diyar kirin ku ew ne li hember penaberan e lê ji ber kamp gelek nêzî wan e, ji ber geşedanên ji şer pêk tên bi fikar in. Her wiha ji ber ewlehî û hinek sedemên aborî koça li ser Elewiyan hatiye ferzkirin didome.
Keya: Hevdîtin bê encam man
Keyayê berê yê gund Velî Erturk bi lêv kir ku ji qada ku kamp lê ye bîhnek nebaş tê û wiha got: “Hemû serlêdanên me bê encam man. Ez çûm Midûriyeta Herêmê ya Daristanê. Min got bîhn me gelek nerehet dike. Me got em biçin cem qeymeqam jî. Em çûn cem wî jî lê tiştek nekirin. Gotin wê 7 kîlometre ji gund dur çê bikin lê niha kîlometreyek ji gund dûr e. Ev 3 sale xebatên kanalîzasyonê temam nebûne. Em dibêjin. Ew jî dibêjin agahiya me tune ye. Em ji ber vê bîhnê ancak 3-4 salê din bijîn. Em ê hemû bi pençeşêra pankreasê bikevin û bimirin. Gundên li Mereşê kirin yek û kamp çê kirin. Niha qada ku Terolar lê ye, di uyduyê de nayê dîtin. Ji ber gund nav hev de tê tespîtkirin. Di navîgasyonê de jî riya gund xuya nake.”
‘Gundê me bi zanebûn hedef hat girtin’
Jina bi navê Donel Topluca jî got ew bi zanebûn hedef hatine girtin û wiha got: “Me jî berxwedana Terolar ji Ewropayê dişopand. Li Tirkiyeyê jî bertek hatin nîşandan. Em bi fikar in. Ji ber em nizanin kî li van kampan dimînin. Me berxwe da. Lê dewletê konên me şewitandin. Em bi fikara ku komkujiyek duyem a Mereşê çê bibe dijîn. Tayîp Erdogan bi zanebûn ev kamp aniye li vir çê kiriye. Em pêkanînên li hember penaberan qebûl nakin û şer naxwazin. Penaber erzan tê xebitandin. Em vê rewşê qebûl nakin.”
Jina bi navê Yeter Ayhan jî bertek nîşanî rewşê da û destnîşan kir ku ew nizanin li kampê çi tê jiyîn û got ew ditirsin û bila rayedar tedbîran bigirin.