Li dijî ‘krîza mêrtiyê’ parastina cewherî ya femînîst
- 09:11 22 Îlon 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Ji kolektîfa Jinan Ayşenur Gurel diyar kir ku di çavkaniya şîdeta li hemberî jinan, ‘krîza mêrtiyê’ tê jiyîn û wiha got: “Parastina cewherî ya femînîst, di nokteya çareserkirina vê krîzê de gelek bi bandor e. Ev esasa serhildana jinê ava dike.”
Ji Kolektîfa Jinan Ayşenur Gurel şîdeta li ser jinê û parastina cewherî ya li hemberî vê tê girtin, nirxand û da zanîn ku jin ji bilî pratîkên jiyanê yên rojane li dijî pergala ku çavkaniya şîdetê ye jî têdikoşin.
Ayşenurê wiha got: "Di jiyana rojane de li dijî şîdetê me pratîk pêş xistin, pêşxistina torên piştevaniyê hîna girîng in. Jinên ji baweriyên cuda ji nasnameyên zayendên cuda, ji ber di vê pergala ku mirovan ji hev cuda dike de rastî neheqiyan tên, parastina cewherî jî wek parastin bi teşe dibe"
‘Paratina cewherî esasa serhildanê ye’
Ayşenurê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di encama têkiliyên zayendî û hiyerarşiyê de rolên tên diyarkirin, şidetê diafirîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bidawîkirina şîdetê di alî veguhertina pergalê de girîng e. Parastina cewherî ya femînîst esasa serhildana jinê ava dike. Li Tirkiyeyê ‘krîza mêrtiyê’ tê jiyîn. Mêrê li herî jor li ser jinan bi awayekî cidî serdestiyê ava dike. Lê ev ne tenê li qada taybet, di qada cemawerî de jî par daye mêran. Parastina cewherî ya femînîst jî di alî çareserkirina vê pirsgirêkê de gelek girîng e.”