Rewşa girtîgehan her diçe xirab dibe

  • 09:09 22 Îlon 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Hatîce Beytur diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê, ji ber bertek nîşanî derbkirina girtiyan daye 6 meh cezayê hevdîtinê girtiye û wiha got: “Êdî divê em ji vê yekê re bêjin ‘bes e’. Divê her kes bertekê nîşan bide, li girtîgehan rewş her diçe xirab dibe.”
 
Li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ku her tim bi pêkanînên kêfî û zextan tê rojevê, girtî bi malbatên xwe re ji aliyê gardiyanan ve hatibûn derbkirin. Girtiyê bi navê Ayaz Avşar li ber çavên malbatan ji ber nîşaneya serkeftinê kiribû, hatibû derbkirin û piştî bertek hatibûn nîşandan jî bûyer dest pê kir û bi dehan malbatê çûbûn hevdîtinê birîndar bûbûn.
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û girtiyên hatibûn derbkirin jî cezayên hucreyê girtibûn. Malbatên bertek nîşanî derbkirinê dan jî rastî cezayên hevdîtinê hatibûn.
 
‘Ez ne poşman im’
 
Hatîce Beytur diyar kir ku di dema hevdîtinê de ji ber bertek nîşanî tiştên hatine jiyîn daye rastî gotina gardiyanan ya ‘derkeve derve’ hatine û ji ber derneketiye 6 meh cezayê hevdîtinê girtiye û ev tişt anî ziman: “Di her şerd û mercî de tiştê dibe dîsa bi me dibe.”
 
Hatîceyê tiştên wê rojê hatin jiyîn wiha vegot: “Me girtî oxir dikirin. Piştre hinek dayikan tilîlî û çepik lê dan. Girtiyekî nîşaneya serkeftinê kir. Gardiyan pê girt û serê wî li dîwêr xist. Me bertek nîşan da û bi ser me de hatin. Min jî wek malbatên din bertek nîşan da. Yê hat derbkirin ne kurê min bû lê hemû kesên li hundir kurê min in. Gardiyanan hewl da me derxin derve. Li ber çavên me li zarokên me dixin û dibêjin derkevin. Min jî ev qebûl nekir û ez bi ser wan de çûm. Dijûn dikirin, min jî bertek nîşan da.”
 
‘Êdî divê em bêjin bes e’
 
Hatîceyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji ber bertek nîşan daye 6 meh cezayê hevdîtinê dane wê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hefteya borî çûm girtîgehê, nasnameya min girtin û gotin ‘cezayê te heye’. Ez ji hundir derxistim. Hefteyê din ez dîsa çûm dîsa heman tişt kirin. Piştre kurê min li min geriya. Got ‘6 meh ceza dane neyên girtîgehê’. Ceza didin me lê wê negihêjin armanca xwe. Li hundir zarokên me eziyetên mezin dikşînin. Li me jî wisa dikin. Li gorî min ji zû de dema hatiye ku em bêjin êdî bes e. Divê her kes bertek nîşan bide, li girtîgehan rewş her diçe xirab dibe.”
 
Her wiha ji bo 4 girtiyên hatine derbkirin jî cezayê hucreyê hatiye dayîn û piştre jî cezayên cuda dane. Malbatan got piştî bûyerê ji girtiyan agahî negirtine.