Fehîma Ehmed: 45 komun hatin avakirin

  • 09:08 22 Îlon 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Endama Kongreya Star Fehîma Ehmed a ku derbarê girîngiya komunan de agahî da diyar kir ku 45 komunên xweser li bajarê Mergeda û Gundewarê wê hatine avakirin û got ku kesê dixwaze xwe birêxitin bike divê ku di komunan de cih bigire.
 
Endama Kongareya Star Fehîma Ehmed diya kir ku piştî rizgarkirina bajarokê Mergeda yê girêdayî Kantona Hesekê wan dest bi avakirina komînên xweser kirine û got; " Komun pir girîng e,  ji bo ku mirov xwe bi rêxistin bike divê mirov di xebata komunan de cih bigire. Komun ji bo civakê gelek girîng in." 
 
Bi kêfxweşî avakirina komunan pêşwazî kirin
 
Fehîmayê di dewama axaftina xwede wiha got; "Jinên bajarokê Mergeda û gundên wê bi rengekî bi coş avakirina komunan pêşwazî kirin. Bi taybet piştî ku me ji wan re sîstema komunan nirxand û  rola jinê di xebata komunan de bêhtir kelecanî bûn. Me 45 komunên xweser ava kirin."
 
'Jinên Mergeda gelek îşkence ji çeteyên DAÎŞ'ê dîtin '
 
Fehîmayê da zanîn ku çeteyên DAÎŞ'ê jiyana jinên Mergeda û gundên wê tarî kiribû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li gorî ku jin axivîn çeteyan jiyana wan sero bin kiriye  û her tişt li wan qedexe kirine. Lê dema ku ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin jiyana wan dîsa guherî û niha bi riya komunan xwe birêxistin dikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku cihê xwe di komunan de bigirin û rola xwe di civakê de bilîzin ji bo jiyaneke azad li berxwe bidin."