Şikefta Kelektepe bi hilweşandinê re rû bû rû ye

  • 09:06 22 Îlon 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
MÊRDÎN - Şikeftên Pinpinîk ên ku girêdayî gundê Pinpinîk ê navçeya Qosera Mêrdînê ye bi hilweşandinê re rû bi rû ne.
 
Dema mirov li demên berê dinêre ji dema ermaniyan heta roja îro gellek şikeft hatine avakirin.  Di dîrokên berê de pêşî li dijî ermeniyan komkujî hatin kirin û hatin koçberkirin. Îro jî şikeftên ku ji aliyê ermaniyan ve hatine avakirin ji ber êrîşên dewletê bi tunebûnê re rû bi rû mane. Ji van şikeftan yek jî li gundê Pinpinîk yê  ku girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê ye. Ev şikeft di demên berê de piştî ku ermenî hatin koçberkirin, li şûna wan kurd bi cih bûne. Di salên 90’î de ji ber êrîşên dewletê welatiyên gund jê hatine derxistin û ji wê demê heta niha şikeft bi hilweşandinê re  rû bi rû mane. Di derbarê şikeftan de jinên gundê Pinpinîk axivîn û gotin ku zaroktiya wan di van şikeftan de derbas bûye û îro ew şikeft bi hilweşandinê re rû bi rû ne.
 
Jina bi navê Merasî Uçuk, di destpêka axaftina xwe de behsa dîroka şikeftên kir û wiha got: “Ev şikeft ji dema ermaniyan de hatine avakirin.  Ev gund berê yê ermeniyan bûye û wê demê bi destên xwe çêkirine. Em baş dîroka van şikeftan nizanin, ji ber ku her kes dîrokekê dibêje. Lê em bi tenê dizanin ku beriya me kurdan li vir gelê ermenî jiya ye.  Piştî ku ermenî ji vî gundî hatine derxistin kurd li vî gundî bi cih bûne. Kal û pîrên me jî di van şikeftanan de jiyane. Kal û pîrên me her wiha sewalên xwe jî di van şikeftanan de xwedî kirine. Ji ber ku hemû kes di şikeftan de dijiyan zêde xanî tunebûn. Di demên berê de em di erdan de dixebitîn û me sewal xwedî dikirin. Her wiha zaroktiya me jî di van şikeftan de derbas bû. Her malbatek di şikeftekê de bû. Lê em hemû bi hev re dijiyan. Ji ber vê ev şikeft ji bo me girîng in. ”
 
‘Îro tu taybetmendiya van şikeftan ne ma’
 
Merasî, di berdewa axaftina xwe de got ku şikeft niha bi hilweşandinê re rû bir û mane û wiha pêl da axaftina xwe: “Sedema vî jî di salên 90’î de dewletê me ji gundê me derxist û gundên me şewitandin. Piştî ku gundê me hilweşiya hemû kes çû cihekî. Ji ber ku gund vala ma şikeft bi hilweşandinê re rû bi rû ma. Piştî 7-8 salan  em carekedin vegeriyan gundê xwe. Dema ku em hatin gundê xwe me dît ku gund hemû hatiye wêrankirin û şikeft jî niha bi hilweşandinê re rû bi rû ne. Piştî ku gel vegeriya gund  hemûyan ji xwe re xanî avakir û êdî di şikeftan de nejiyan. Îro cihê ku zaroktiya me tê de derbas bûye tê hilweşandin. Ev şikeft êdî ji bo sewalan jî nayê bikaranîn û ji ber ku nayên parastin bi hilweînê re rûbirû ne.”  
 
‘Ger îro dîroka me bê tunekirin em ê jî bên tunekirin’
 
Merasiyê, di dawiya axaftina xwe de got ku ew dixwaze hemû kes xwedî li şikeftan derbikevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em xwedî li dîroka xwe derbikevin. Ger îro dîroka me bê tunekirin em ê jî bên tunekirin. Ev şikeft ji kal û pîrên me ji me re emanet e.”   
 
‘Em çima xwedî li şikeftên xwe dernakevin?’
 
Dayika Huno Alan dema behsa şikeftan dike çavên wê tijî rondik dibin û wiha dibêje: “Em nizanin ku çi bi me hat. Jiyana me di vir de derbas bû û îro dibe ku şopên jiyana me hilweşin. Ev dîrok in divê ku ji aliyê dewletê ve û welatiyan tev de bên parastin.?”