Vekirina buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Kantona Qamişlo
- 09:04 22 Îlon 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Rêvebira Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê a li Kantona Qamişloyê Esmehan Ibrahîm li ser armanca vekirina buroyê ya li Qamişloyê nirxandin kir û got ku armanca partiya wan ew e ku hemû gelên li Sûriyeyê di bin sîwanekê de kom bike.
Rêvebira Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê a li Kantona Qamişloyê Esmehan Ibrahîm li ser armanca vekirina buroyê ya li Qamişloyê nirxandin kir û got;"Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya giştî di 27’ê Adara 2018'an li bajarê Reqayê hate avakirin, her wiha li bajarê Dêra Zorê, Tebqa û Kobanê jî buroyên wê hatine vekirin, buroyên wê yên Herêma Cizîrê li Kantona Qamişlo û Hesekê di meha Tebaxê de hatin vekirin. Partiya Sûriyeya Pêşerojê di nava xwe de hemû netewên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dijîn dihewîne."
Esmehan Ibrahîm di berdewamiya axafitna xwe de wiha got;“ Reqa ya ku bajarê aştiyê bû lê piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ketinê kirin cihê terorê û dîsa jî bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hat rizgarkirin. Partiya Sûriyeya Pêşerojê ku li Reqayê hat avakirin, navenda wê li bajarê Reqa ye û buroyên wê yên Kantona Cizîrê li Kantona Qamişlo û Hesekê di meha Tebaxê de hatin vekirin. Di hundirê van navendan de boruyên rêxistinî, ciwan û jinan hene. Em wek Partiya Sûriyeya Pêşerojê ev meheke ku me buroya xwe li Kantona Qamişloyê vekiriye."
Armanca vekirina buroyê ya li Qamişloyê
Armanca me ya avakirina Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo ku em karibin xwe bigihînin tevahiya gelê Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ye. Piranî karê me li dervî ofîsa diqede. Di vê mehê de me serdana hemû saziyan kir û me karê xwe ji wan re da naskirin, ger ji me were xwestin em ê ji bo gelê xwe perwerdeyê jî bidin."
Serkeftiyên projeyên jinê di Rojhilatê Sûriyeyê de
Wek ku em dizanin projeyên ku bi destên jinê tên avakirin hemû serkeftî ne. Ji ber ku jin di karê xwe de serkeftî ne. Armanca me ya yekemîn ew e ku jin cihê xwe di hemû saziyan de bigire ye, ji ber ku jin dikare gelek projeyan bi pêş bixe."