Girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirin avêtin hucereyan
- 12:48 17 Îlon 2018
- Rojane
XERPÊT - Li Girtîgeha Xerpêtê ya hejmar 2 ku ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin girtin huceryên yek kesî.
Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê yên PKK'yî û PAJK'ê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin bi armanca hişyariyê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Girtiyên li Girtîgeha Xerpêtê ya Hejmar 2 jî di 12'ê îlonê de bi heman armancê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Grtiyên ku ketin grevê di serî de qawîşên wan hatin guhertin û piştre jî avêtin hicreyên yek kesî.