Girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirin avêtin hucereyan 2018-09-17 12:48:20   XERPÊT - Li Girtîgeha Xerpêtê ya hejmar 2  ku ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin girtin huceryên yek kesî.   Girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê yên PKK'yî û PAJK'ê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin bi armanca hişyariyê ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn.    Girtiyên li Girtîgeha Xerpêtê ya Hejmar 2 jî di 12'ê îlonê de bi heman armancê ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Grtiyên ku ketin grevê di serî de qawîşên wan hatin guhertin û piştre jî avêtin hicreyên yek kesî.