'Dîrok şahidiyê ji berxwedana serdemê re dike'
- 12:26 17 Îlon 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Kongireya Star bi daxuyaniyekê dagirkeriya li ser Efrînê şermezar kir û got "Dê tu êrîş û komkujî hêz û têkoşîna gel û jinên kurd têk nebe, Erdogan bi dagirkeriya Efrînê re têk çû, em ê Efrîn rizgar bikin û dîrok dê şahidiyê ji berxwedanê re bike."
Rêxistina Kongireya Star pêngava sêyemîn a azadiya Rêberê PKK ê Abdulla Ocalan û dagirkeriya Efrînê ku dabû destpêkirin, dewam dike. li Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) Kongireya Star bi beşdarbûna tevahî endam û rêveberiyên sazî û navendên bajar her wiha Meclisa navçeya Xera û Qibûr Qerajina,daxuyanîyek çapemeniyê ji raya giştî re da. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongireya Star Gulîxan Tahir ve hat xwendin.
Gulîxan Tahir wihagot:
" Em bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan yên ku banga azadî, aştî û demokrasiyê dikin û dibêjin ku bêdengiya we şermek e dîrokî ye û di heman demê de xizmeta dewleta tirk dike. Bêdengiya we Rojhilata Navîn û Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi tehlukeyê re rû bi rû dihêle û rê li ber komkujiyên mezintir vedike. Hemû êrîşên ku li ser gel tên pêkanîn projeya Netewa Demuqratîk hedef digirin. Ji be ku ev proje yekîtiya gelan avadike û xizmetê ji berjewendiyên dijmin re nake. Bi taybet piştî dagirkeriya dewleta tirk a li Efrînê, Efrîn hat talankirin, demugirafiya herêmê tê guhertin, cihên dîrokî didin hilweşandin ji bo ku şaristanî û dîroka wê were windakirin. Dagirker li Efrînê di heman demê de jin û zarokan jî direvînin.
Lê li gel bêdengiya dewletan gelê Efrînê hîn di nava berxwedanê de ye û tekane riya berxwedanê hilbijaritiye.
Di pêngava ku dê were destpêkirin a rizgarkirina Efrînê a ji dagirkeran em wekî jinên Rojava û Bakûrê Sûriyê amade ne ku bi gelê xwe yê Efrînê re li ber xwe bidin û ji nû ve wê ava bikin û pirojeya Netewa Demuqratîk lê bi cih bikin û bi rengekî azad li gorî hevjiyana azad bijîn."
Daxuyanî bi dirûşma" Efrîn ne bi tenê ye" bi dawî bû.