ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 17 Îlon 2018
  • Rojev
*Hevseroka Meclîsa Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsif anî ziman ku ji bo çareseriya aloziya Idlibê û Sûriyeyê rol û mîsyona gelê Kurd girîng e û got:"Bê gelê Kurd û tevahiya gelê Sûriyeyê pirsgirêk û aloziya li Sûriyeyê çareser nabe. Ji bo çareseriyek mayinde divê daxwaz û siberoja gelên li Sûriyeyê dijîn esas bên girtin."
 
*Parqa ku ji aliyê şaredariya DBP’ê ya li  Taxa Arçekê ya Riyaarmûşê hatibû çêkirin, niha ji ber piştguhkirina qeyûman, ji çop û kavilan gel nikare lê rûnê. DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Buroya Jinê ya Şaredariya Serêkaniyê Cîhan Abdullah derbarê xebatên li şaredariyan diyar kir ku jin di nava xebatan de bi awayekî çalak cihên xwe digirin û got:"Bi rola xwe ya girîng jinan di warê pêşketina xebatan de gavên girîng avêtin. Em hewl didin ku çalakiya jinê heta dawî bidome." DÎMEN HEYE
 
*Gultan Kişanak ya ji dema 12’ê îlonê heta niha destkeftiyên têkoşînê girtiye û hatiye, tecrubeyên siyasetmedarên jin kom kir û edîtorên wê jî hevalên wê yên koxuşê bûn. Niha ew jî vegera xwendevanan ya li wan mereq dikin.
 
*Seroka Velî-Der Îlknur Kaya diyar kir ku li malbat û xwendekaran tarîkat tên ferzkirin û wiha got: “Ji bo xwendekarên li lîseyan nehatine bicihkirin, bên îknakirin li odeyên midûriyetên perwerdeya milî odeyên îknayê hatine avakirin. Ji bo sedan malbatên lîseyên akademîk dixwazin, tê gotin ku zarokên xwe li lîseyên pîşeyî an jî îmam hatîpê qeyd bikin. Malbat ji bo vê tên îknakirin û zext li wan tên kirin.”
 
*Bi nêzbûna mehên zivistanê re bêrîvanên her sibeh ji bo dotina pezê xwe dikevin rê, diçin zozanan û piştî pez didoşin dîsa vedigerin gund. BI DÎMEN
 
*Koperatîfên wek alternatîf yên li hemberî polîtîkayên endustrî û neolîberal yên hilberîna jinê tune dikin, piştevaniya jinê xurt dikin. BI DÎMEN