31 herêmên li Dersîmê hat qedexekirin

  • 15:04 15 Îlon 2018
  • Rojane
DERSÎM - Walîtiya Dersimê 31 herêm heta 1'ê Tîrmeha 2019'an “Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kir û ji çûn û hatinê re qedexe kir. 
 
Walîtiya Dersîmê qedexe li ser qedexeyê îlan dike. Walîtî hemû axa Dersimê li welatiyan qedexe dike. Walîtiya Dersimê 31 herêm heta 1'ê Tîrmeha 2019'an “Herêma Ewlehiya Taybet" îlan kir û ji çûn û hatinê re qedexe kir. 
Walîtiyê li gorî zagona hêjmar 2565 ya herêma Qedexe ya Leşkerî û Herêmên Ewlehiyê ya xala 32/A 'an di 14'ê Tîrmeha 2018'an de 31 herêm qed8exe kiribû. Walîtiyê 31 Herêmên qedexe heta 1'ê Tîrmeha 2019’an dirêj kir û hincet jî wekî ewlehiya canê mirov nîşan da. 
 
Walîtiyê Geliyê Balî, Geliye Kurutlu, Newala Kutuderesî (roj), Tabantepe, Karameşetepe, Vazgurtepe yên girêdayî Navenda Dersimê, gundê Eroglu, Çiyayê Mercan, Geliyê Kiran, Girê Kinikan, zozanê Golanê, taxa Egrecî, herêma Dulbektaşi, gundê Yarpuzlu, Buhuroka Alisırti, zozanên Dalavê, Karagul, Kurugol, Kurt, Bastir, Çeşme, Yel, Ganekastik, Çigirli , Karadere, Gundê Aslica yên Pirûrê, Gundê Tavuklu-Dogantaş, Dokuzkaya yên Qislê û zozanê Yoncalik, Sarigul  yên Pilumariya û darizanên Kinzirê yên Xozatê qedexe kir.