ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2018'AN
- 10:04 15 Îlon 2018
- Rojev
*15’ê Îlonê di nava tarîtiyê de gera li ronahiyê ye. Li Kobanê şerê rûmetê ne tenê ji bo gelê kurd û jinên kurd, ji bo hemû mirovahiyê hat kirin. Girîngiya 15’ê Îlonê ji bo gelan çi ye? Dema li bersiva vê pirsê bê gerîn, li hemberî tarîtiya çaxa navîn ronesans çi bû, 15’ê Îlonê jî ji bo siberoja gelan ew e. Giyana 15’ê Îlonê destpêka ronesansa nû ya ji bo gelên cîhanê û jinan e. Çawa J. J. Roso dibêje: ‘Em dest bi jiyan û felsefeyek nû dikin’ û navê wê jî dikin çaxê ronahiyê, di rastiyê de ev jî destpêkirina çaxa ronahiyê ye ji bo Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê, bi taybet jî ji bo jinan. Ew cara yekemîn bû, li hemberî pergala serdestan û hêzên paramilîter ên dixwestin mirovahiyê teslîmî tarîtiyê bikin û dest bi komkujiyên tarîbûnê bikin. Di destpêka wê de felsefeya ronahiyê li hemberî hemû planên wan ên der mirovane bi ser ket. Kobanê giyana çaxek nû bû, hêviyek da jinan. JI PÊNÛSA JINÊ
*Gelê Gundê Kil Hesenak a Tirbespiyê ji ber derbên leşkerên tirk pirsgirêka avê dijîn. Jina bi navê Fedîla Ferho ya li Gundê Kil Hesenakê dijî dibêje:"Dema ku em nêzî kaniyê dibin leşkerên tirk guleyan li ser me dibarînin. Em dixwazin ev zilma bi dawî bibe û em bi awayekî azad li ser axa dê û bavên xwe bijîn." DÎMEN HEYE
*Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn di 5'e Nîsanê de ji aliyê Heyva Sor a Kurd li Til Temirê hat vekirin. Endama Dermangeha Şehîd Lêgerîn Ayîşa Seyd anî ziman ku pêdiviyên nexweşxaneyê hene û got tenduristiya mirovan di pêşiya hemû tiştî de ye û banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir ku alîkariyê bikin. DÎMEN HEYE
*Endama PM’a DBP'ê Nevriye Çur diyar kir ku bi tecrîda giran a li Îmraliyê tê xwestin ku fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê hepskirin û got divê zêdetir têkoşîn bê dayîn û ev sûc bê teşîrkirin. DÎMEN HEYE
*Cenazeyê Ruken Alparlsan a di dema qedexeya derketina Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê li goristana bêkesan hatibû definkirin meha borî radestî malbatê hat kirin. Di dosyaya lêpirsînê de hat gotin ku cenaze di Adara 2016’an de hatiye tespîtkirin lê du sal û nîv şûnde ji malbatê re hatiye ragihandin.
*Parêzvana mafê mirovan Gunselî Suna Kaya ya piştî darbeya 12’ê îlonê li dijî pêkanînên hikûmetê di nava berxwedanên gel de cih girt got: “Li cihê hiqûq tune be, berxwedan heye. Em ji bo siberojê ne bêhêvî ne. Têkoşîna jinê hêviyê dide.” DÎMEN HEYE
*Tevî bajarê beton jinên Amedê amadekariyên xwe yên zivistanê bê navber didomînin û li ser agir balîcanên xwe dipijirînin û ji bo zivistanê vedişêrin. DÎMEN HEYE
*Pira Cendere û Tumulusa Karakuş a li navçeya Kolikê ya Semsurê ye ji ber bêhestiyariya welatî û şaredariyê texrîb bûye. Ji ber dînamîtên ji bo HES a li ser çemê Kolikê tê avakirin, tên teqandin jî cihên dîrokî zirarê dibînin.DÎMEN HEYE
*Bajarê Antîk Dara xwedî cihekî girîng e û di dîrokê de cihekî xwe yê taybet girtiye. Gel wek her salan îsal jî berên xwe dane Darayê û çûne serdana wê.
*Endama Navenda Lêkolîna Jîneolojiyê Yasemîn Xoco diyar kir ku ew zanista Jîneolojiyê di nav civakê de belav dikin û got:"Jîneolojî dê bibe çareseriya pirsgirêkên jin û civakê."
DÎMEN HEYE