Girtiyê nexweş ji rîngê hat derxistin û derbkirin

  • 09:06 14 Îlon 2018
  • Rojane
AMED - Yilmaz Kahraman ku di mêjiyê wî de ûr heye û bi salane surgunê girtîgehên cuda tê kirin, emeliyatên wî jî tên taloqkirin. Ji ber vê rewşa Yilmaz her diçe giran dibe. Xwişka wî Remziye Kahraman wiha got: “Gurçikên wî naxebitin. Dest û lingên wî mezin bûne. Her tiştî ji bîr dike. Em banga hestiyariyê li rayagiştî dikin.”
 
Yek ji girtiyên nexweş ê ku rewşa wî her diçe giran dibe Yilmaz Kahraman e. Yilmaz di 2009’an de hat girtin û şandin girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê. Xwişka wî Remziye Kahraman da zanîn ku her tim cezayê hevdîtin û hucreyê dane birayê wê û piştre jî ew şandine Kirikkaleyê. Remziyeyê wiha berdewam kir: “Nexweşiya wî li wir zêde bû. Her tim serê wî diêşiya. Wan jî digot sînuzît û mîgren e. Birayê min nedikarî biaxive. Diranên wî li ser hev bûn. Me jê pirsî digot ji ber girtîgehê ye. Hişê wî nemaye. Çavê wî nabîne. Piştre fîlmê wî hat kişandin û gotin di mêjiyê wî de ûr heye.”
 
‘Nehat emelyatkirin’
 
Remziyeyê destnîşan kir ku li şûna ku divê bi awayekî lezgîn bihata emeliyatkirin, nebirine û wiha got: “Rapor bi min re jî heye. Lê emeliyat nekirin. Her tim taloq kirin. Salek şûnde ûr mezin bû. Piştre şandin Girtîgeha Sîncanê. Ev du mehe kirine nav girtiyên edlî. Birayê min çû hevdîtinê negirtin hundir. Mehek û nîv şûnde birin Girtîgeha Metrîsê. Mehek û nîv jî li wir ma.”
 
‘Ji rîngê derxistine û derb kirine’
 
Remziyeyê her wiha ev tişt bi lêv kir: “Herî dawî di 11’ê îlonê de çûm hevdîtinê. Hêviya wî nemabû. Min cara yekem ew wisa dît. Ji min re got ‘êdî tiştekî bikin. Ez nemaye bimirim. Tiştekî bikin ez êdî xilas bibim.’Piştre me bi awayekî dîroka emelyatê girt. Me randevu girt. Bêyî agahiya me birin girtîgeha Sîlîvriyê ya Metrîsê. Tevî hemû hewldanan me di 18’ê cotmeha 2017’an de bir emelyat kir. Dema ji bo dermankirinê dibin nexweşxaneyê komek bi navê ‘Beşîktaş’ wan di rê de didin sekinandin û ji rîngê derdixin û lînç dikin. Em wisa difikirin ku ev bi hevkariya leşkeran kirine. An jî wê çawa tiştek wisa bibûya.”
 
'41 girtî jehrî bûn'
 
Remziyeyê destnîşan kir ku di 2’ê îlonê de bi telefonê pê re axiviye û wiha got: “41 hevalên wî jehrî dibin. Rakirine nexweşxaneyê. Yilmaz pir xerab bûye. Ji ber ûr di mêjiyê wî de heye. Gurçikên wî naxebitin. Dest û lingên wî mezin bûne. Rêveberiya girtîgehê der barê vê de tiştekî nabêjin. Lê girtî ne bêxwedî ne. Em dixwazin xwedî li wan derkevin.”