Dewreya perwerdeya ji bo zimanê dayikê dest pê kir
- 16:02 13 Îlon 2018
- Rojane
Ronîda Hacî
TIL TEMIR - Meclîsa Kongreya Star a Bajarê Til Temir a Kantona Hesekê dewreyek bi navê 'Zimanê dayikê hebûn e' vekir.
Meclîsa Kongreya Star bi armanca fêrbûna zimanê dayikê dewreyek bi navê 'Zimanê dayikê , hebûn e' li meclisa Kongreya Star vekirin, dewre ji 12 endam û rêveberiyên Kongreya Star pêk tê. Dersa zimanê Kurdî ji aliyê Mamosteya Ziman Sîmav Neamo tê dayîn .
'Em ê fêrî zimanê dayikê bibin û karê xwe bi serkeftî bikin '
Endama Kongreya Star Dilşa Yûnis diyar kir ku ev dewre bi xwesteka wan hate vekirin û got "Em îro bi kêfxweşî dewreya zimanê kurdî dibînin, dewreya me 2 saetan dewam dike, em dixwazin fêrî zimanê dayikê bibin û xwedî li nasnameya xwe derkevin, di kar û xebatê me de xwendin pêwîst e lewma em jî bi armanca xurtkirina kar hatine fêrî zimanê dayikê bibin ."
'Xwedî li zimanê xwe derkevin û fêrî zimanê cîran jî bibin '
Endama Rêveberiya Pêwendiyên Diplomasiyê ya Kongreya Star Eliya Oglo ku ji pêkhateyên Ereb e wiha got: "Mirov gerek despêkê xwedî li zimanê dayikê derkeve, kurd zimanê xwe nas bike, Ereb û Ermenî zimanê xwe nas bikin. Her kes divê di despêkê de li zimanê xwe xwedî derkeve paşî fêrî zimanê cîran bibe. Ez zimanê xweyî erebî nas dikim û kêfxweş im ku tevlî vê dewrê bûm û fêrî zimanê Kurdî dibim."
'Pişaftina ziman pişaftina nasnameya netewekî ye'
Eliyayê wiha dewam kir:"Zimanê dayikê nasname ye û pişaftina zimanê dayikê pişaftina wî neteweyî ye ,gerek mirov li hember pişaftinê têbikoşe û xwedî li nasnameya xwe derkeve ."
Eliyayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Ez bang li hemû netewan dikim ku hişyar bin û xwedî li nasnameya xwe derkevin, pir poltîkayên qirêj bi armanca pişaftina zimanê dayikê tê meşandin. Li hember van polîtîkayan dibe em hişyar bin û xwedî li hebûna xwe derkevin."
Dewreya bi navê 'Zimanê dayikê, hebûn e 'dê mehekê dewam bike .