Endama SKM'ê Hatice Deniz Aktaş hat tahliyekirin

  • 14:26 13 Îlon 2018
  • Rojane
DÎLOK - Endama SKM'ê Hatice Deniz Aktaş a ku bi hinceta peyamên watsapê hatibû girtin, hat tahliyekirin.  
 
7 meh berê endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Hatice Deniz Aktaş dema ku li otobusê siwar bû ji ber peyamên watsapê ji aliyê Şeref Canseven hat ihbarkirin, piştre hat girtin. Rûniştina yekem a Haticeyê hat dîtin. Rûniştina ku li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin, bi tespîta nasnameyê dest pê kir. 
 
Dadgehê biryara tahliyekirina Haticeyê da.