Endama SKM'ê Hatice Deniz Aktaş hat tahliyekirin 2018-09-13 14:26:19   DÎLOK - Endama SKM'ê Hatice Deniz Aktaş a ku bi hinceta peyamên watsapê hatibû girtin, hat tahliyekirin.     7 meh berê endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û ya Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Hatice Deniz Aktaş dema ku li otobusê siwar bû ji ber peyamên watsapê ji aliyê Şeref Canseven hat ihbarkirin, piştre hat girtin. Rûniştina yekem a Haticeyê hat dîtin. Rûniştina ku li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin, bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    Dadgehê biryara tahliyekirina Haticeyê da.