Bi fikrên azad dê jinê dîroka xwe bi destên xwe binivîsin
- 17:39 12 Îlon 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRKÊLEGÊ - Li Akademiya PYD'ê ya Rimêlanê ji bo pêşxistina fikrên azad ên jinê û naskirina rastî û heqîqeta jina azad dewreya Ş.Cûdî Rojava hat vekirin .
Li akadimiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a bajarokê Rimêlanê ya girêdayi navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê dewreya Ş. Cûdî Rojava hat vekirin. Ev dewre bi tevlîbûna 15 jinên meclisa giştî a PYD'ê ya herêma Cizîrê pêk hat. Dewre di 5'ê Îlonê hat vekirin û wê 15 rojan bidome. Di dewreyê de dersên li ser dîroka jinê, Jîneolojî, Teşeyên Rêveberiyê, Dîroka Kurdistanê tê dîtin. Têkildarî mijarê jinên dewreyê nêrînên xwe anîn ziman.
'Perwerde lêgerîna heqîqeta jinê ye'
Jina bi navê Emel Mîrzo wiha nêrînên xwe anî ziman:"Ji bo me şansek gelek mezin e ku em perwerdeyê dibînin. Jinên ku tên perwerdekirin nêrîna wan a li dijî jiyanê berfirehtir dibe. Perwerde lêgerîna heqîqeta jinê ye."
'Perwerde kesayetên durust dide avakirin'
Sîham Yûsiv jî bal kişand li ser girîngiya tevlîbûna perwerdeyan û wiha got:" Di perwerdeyê de mirova hînî jiyana hevpar û azad dibe. Em ê heta dawî ji bo jiyanek azad û hevpar têbikoşin. Ji aliyekî din jî perwerde kesayetên durust dide avakirin. Dema ku jin bên perwedekirin bi fikrên azad dê jinê dîroka xwe bi destên xwe binivîsin."