Ji 4 zarokên ku hatin revandin agahî nayê girtin

  • 16:39 12 Îlon 2018
  • Rojane
EFRÎN - Li Efrîna ku di bin dagirkeriya Artêşa Tirk û komên girêdayî wê OSO'yê  de kiryarên hovane yên der barê şêniyên Efrînê de didomînin. Di hefteya dawîn de 4 zarok ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin û heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin.
 
Çavkaniyek ji kantona Efrînê ji ajansa  ANHA`yê re diyar kir ku zarokê bi navê Alan Ehmed Birîm (15) ji aliyê artêşa tirk û komên OSO'yê ve duh bêyî tu sedeman nîşan bidin, hate revandin. Heman Çavkaniyê  diyar kir ku zarok ji taxa El-Eşrefiye ya navenda bajarê Efrînê hatiye revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Hat diyarkirin ku ji heman zarokî tu agahî nehatiye girtin
 
Hêjeyî bibîrxistinê ye ku artêşa tirk û komên wê di nava 4 rojên derbasbûyî de 3 zarokên din ên bi navê Menan Îsmaîl (15), Ehmed Hesen Mustefa (16) û Ferhad Mustefa (17) ji gundê Kefer Şîlê yê girêdayî kantona Efrînê bê sedem revandine.