Li Hesekê jinek hat qetilkirin
- 15:42 12 Îlon 2018
- Rojane
HESEKÊ - Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li bajarê Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê îro cenazeya jineke kuştî di hundirê mala wê de dîtin û lêpirsînek derbarê sûcdariyê de vekirin.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) li bajarê Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê îro cenazeya jineke bi navê (Î. E.) ku di sî saliya xwe de ye û dayîka du zarokan e, kuştî di hundirê mala wê de dîtin.
Malbata (Î. E.) diyar kirin ku wan di serê vê sibê de saet di 08:00'an de kuştî dîtine û tavilê hêzên ewlehiyê agahdar kirine. Hêzên Ewlehiyê jî ji bo sûcdarî were eşkerekirin lêpirsîna xwe da destpêkirin.
Bijîşkê fîzîkî diyar kir ku jin di serê xwe de bi guleyekê hatiye kuştin. Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi hevkariya Buroya sûcdariyan re tedbîrên xwe yên pêwîst wergirtin da ku sûdar bêne eşkerekirin.