'Pêkanîna zagonên ku jinan li ser nîqaş kir dê rê li nêrînên azad û cuda veke'
- 12:18 12 Îlon 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star a kantona Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi armanca nîqaşkirina zagon û mafên jinan civînek li dar xistibû. Jinên ku beşdarî civînê bûn anîn ziman ku dê pratîka zagonan bibe bingeha avakirina civakek demokratîk û azad û gotin:"Pêkanîna zagonên ku jinan li ser nîqaş kir dê rê li nêrînên azad û cuda veke. Di vê mijarê de ya girîng yek jê ew e ku hemû jin di nav piştevaniyê de bin û li dijî zext û zordestiyan têbikoşin."
Bi armanca nîqaşkirina zagon û mafên jinan û wekheviya di navbera jin û mêran de bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star civînek bi beşdariya bi sedan jinên hêrêma Firatê, her wiha jinên endamên saziyan û endamên Rêveberiya Xweser, li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hatibû lidarxistin. Jinên ku beşdarî vê civînê bûn nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku mafên jinê ji dest tê girtin û çewisandina di bin hişmendiya baviksalarî de ev civîn girîng bû. Divê li ser esasên wekheviyê em bi hev re mafen jinê biparêzin û nehêlin biçewisin."
Endama Kongreya Star Peyman Aydin diyar kir ku civîn bi tevlîbûn û nîqaşên xurt derbas bûye û got:"Ji ber ku beşdarbûn baş bû û nîqaşên xurt derket holê vê yekê feyz û hêviyek mezin da jinan. Di cîvînê de nêrîna jiyanek azad a bi hev re derket pêş. Hevjiyana azad ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê têgehek girîng e. Her wiha ji bo pêşî li zewaca di temenê biçûk de jî bê girtin nîqaş û pêşniyarî hatin kirin. Ji bo civakek di warê derûniyê de baş be û siberoja wê civakê ronî be divê pêşî li zewaca temenê biçûk jî bê girtin. Xalek girîng jî jê mafê parastina zarokan
bû. Ji bo zarok ji mafên xwe yên rewa bêpar neyên hiştin dîsa hevkariyek mezin lazim e. Divê ji aliyekî din ve jî civak di vî warî de bê hişyarkirin. Ji bo civakek pêşiya wê ronî be divê mafên zarok, jin, yên temenbilind bên parastin. Ji bo ev yek têkeve meriyetê dê hewldanên mezin bên kirin."
'Guhertina nêrîna zayendperest girîng e'
Jina Ermen Losiyan Matosiyan a ku ji Grê Spî tevlî civînê bû got:"Guhertina nêrîna zayendperest a civakê ji bo çareserkirina gelek pirsgirêkan girîng û taybet e. Ji bo wekheviya jin û mêran gelek girîng e. Li ser vê yekê jî di civînê de nîqaş hat kirin. Ji bo nêrîna gel biguhere û ji aliyekî din jî ve civak bizanibe ku jin tenê di nava çar dîwaran de nayê hepiskirin, zagonên ku dê werin avakirin girîng in. Ev yek di heman demê de dê rê li pêşketinên nû jî veke."
Endama Meclîsa Edaletê ya Herêma Firatê Nesra Xelîl jî wiha axivî:"Me xwest ku em bi saya vê civînê nêrînên hemû jinan bigirin û plansaziyekê ava bikin da ku kêmasî dernekeve. Demek berê jî me hinek zagon ava kiribûn lê di nava wan de kêmasî hebûn. Loma em li hev civiyan û em li ser plansaziyek nû xebitîn. Ev plansaziya nû bi awayekî berfireh mafê jin, zarok, yên temenbilind diparêze. Divê em vê yekê di pratîkê de jî pêk bînin. Pêkanîna zagonên ku jinan li ser nîqaş kir dê rê li nêrînên azad û cuda veke. Di vê mijarê de ya girîng yek jê ew e ku hemû jin di nav piştevaniyê de bin û li dijî zext û zordestiyan têbikoşin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku mafên jinê ji dest tê girtin û çewisandina di bin hişmendiya baviksalarî de ev civîn girîng bû. Divê li ser esasên wekheviyê em bi hev re mafên jinê biparêzin û nehêlin biçewisin."