Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Kobanê meş hat lidarxistin
- 09:53 12 Îlon 2018
- Rojane
KOBANÊ - Li navçeya Şêranê bi dehan şênî bi dirûşma " Azadiya Rêber Apo azadiya me ye û jiyana wî jiyana me ye" ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan.
Bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star şêniyên navçeya Şêranê ya kantona Kobanê ya herêma Firatê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Meşvanan wêneyên Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, TEV-DEM, PYD û Yekîtiya Ciwanên Rojava hilgirtin. Her wiha pankartên ku bi nivîsa " Bi Netewa Demokratîk em ê komployê têk bibin." hat hilgirtin.
Meşê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" ji Xaçerêka Şêranê dest pê kir. Meş li navenda TEV-DEM`ê rawestiya. Paşê gel ji bo bîranîna berxwedêrên azadiyê deqeyekê rêz girtin.
Endama rêveberiya Kongreya Star Îdê Ebas axivî û got:" Em faşîzma dewleta Tirk şermezar dikin û banga yekîtiyan gelê Kurd dikin da ku li dijî faşîzmê em serkefityên mezin bi dest bixin."
Meş bi tilîliyên jinan û dirûşmên " Bimre îxanet" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.