Jinên Rojavayê Kurdistanê zagonên xwe nîqaş dikin

  • 14:38 11 Îlon 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star li Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê ji bo nîqaşkirina zagon û mafên jinê civiyan.
 
Rêxistina Kongreya Star li Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê ji bo zagon û mafên  jinê civiyan. Bi sedan jinên Kurd û Ereb beşdarî civînê bûn. 
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Evîn Şirnix axivî û wiha got:"Jin û mêr divê bi fikrek azad tev bigerin û hevdu biparêzin. Heta zagonên jin neyên diyarkirin dê jiyanek azad û aram neyê jiyîn. Rola jinan di civakê de girîng e, ji ber ku jin dikarin demokrasiyê û dadê ava bikin. Zagonên jinan di her alî de hatine derxistin lê hîna di nava gel de nehatine pêkanîn. Pêwîst e mafên jinan di her alî  de werin pêkanîn."
 
Her wiha Rêveberiya kongereya Star ya Kobanê Zehra Berkel jî zagonên ku hatin hilbijartin diyar kir.
 
Civîn bi nîqaş û dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.