Jinên Rojavayê Kurdistanê zagonên xwe nîqaş dikin 2018-09-11 14:38:28   KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star li Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê ji bo nîqaşkirina zagon û mafên jinê civiyan.   Rêxistina Kongreya Star li Navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê ji bo zagon û mafên  jinê civiyan. Bi sedan jinên Kurd û Ereb beşdarî civînê bûn.    Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama Koma Civaka Kurdistanê (KCK) Evîn Şirnix axivî û wiha got:"Jin û mêr divê bi fikrek azad tev bigerin û hevdu biparêzin. Heta zagonên jin neyên diyarkirin dê jiyanek azad û aram neyê jiyîn. Rola jinan di civakê de girîng e, ji ber ku jin dikarin demokrasiyê û dadê ava bikin. Zagonên jinan di her alî de hatine derxistin lê hîna di nava gel de nehatine pêkanîn. Pêwîst e mafên jinan di her alî  de werin pêkanîn."   Her wiha Rêveberiya kongereya Star ya Kobanê Zehra Berkel jî zagonên ku hatin hilbijartin diyar kir.   Civîn bi nîqaş û dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.