Ji bo valakirina Kampa AFAD'ê îro roja dawî ye!
- 13:14 11 Îlon 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Kampa Afadê ya Midyatê ku koçberên êzidî jî lê hatibûn bi cihkirin 3 roj in tê valakirin û hat zanîn ku ji bo valakirina kampê îro roja dawiyê ye.
Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir di rojên derbasbûyî de ragihandibû ku dê 5 kampên penaberan ên li Mêrdîn, Semsûr û Dîlokê bên valakirin û penaberên li van kampan veguhezînin kampên li Hatay, Kilîs, Riha û navçeyên Rihayê Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê.
Piştî vê biryarê li kampa AFAD'ê ya Midyada Mêrdînê hat diyarkirin ku 3 roj in kamp tê valakirin. Her wiha ji bo valakirina kampê îro roja dawiyê ye.
Ji aliyekî ve jî gellek malbat bi îmkanên xwe ji kampê veqetiyan e û li navçeyê bi cih bûne.