Ji bo valakirina Kampa AFAD'ê îro roja dawî ye! 2018-09-11 13:14:33   MÊRDÎN - Kampa Afadê ya Midyatê ku koçberên êzidî jî lê hatibûn bi cihkirin 3 roj in tê valakirin û hat zanîn ku ji bo valakirina kampê îro roja dawiyê ye.    Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Hundir di rojên derbasbûyî de ragihandibû ku dê 5 kampên penaberan ên li Mêrdîn, Semsûr û Dîlokê bên valakirin û penaberên li van kampan veguhezînin kampên li Hatay, Kilîs, Riha û navçeyên Rihayê Kaniya Xezalan, Serêkaniyê û Pirsûsê.   Piştî vê biryarê li kampa AFAD'ê ya  Midyada Mêrdînê hat diyarkirin ku 3 roj in kamp tê  valakirin. Her wiha ji bo valakirina kampê îro roja dawiyê ye.    Ji aliyekî ve jî gellek malbat bi îmkanên xwe ji kampê veqetiyan e û li navçeyê bi cih bûne.