Di Çemê Dîcleyê de cenazeyê jinekê hat dîtin
- 15:27 12 Tebax 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê di Çemê Dîcleyê de cenazeyê jina bi navê Asya Kolanç hat dîtin.
Cenazeyê jina 45 salî Asya Kolanç a li gundê Kurtuluş ê navçeya Cizira Şirnexê dijiya, di Çemê Dîcleyê de hat dîtin. Li peravên Çem telefon û çantayê Kolanç hatin dîtin. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku Kolanç ji bo ku xwe hînik bike dikeve avê û carekedin jê dernakeve.
Malbatê cenazeyê Asyayê girt û li goristina Cizîrê defin kirin. Hat zanîn ku Asya dayîka 2 zarokan e û hevjînê wê Azîz Kolanç, bi hincetên siyasî cezayê muebetê lê hatiye birîn û 24 sal in di girtîgehê de ye. Azîz Kolanç niha li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ye.