Çiroka M.P.’yê: Li dijî îşkenceyê biryara xweparastinê da
- 09:02 17 Mijdar 2024
- Rojane
Oznûr Deger
WAN- Çîroka M.P., ya ku li ber hevberdnê ye, yek ji çîrokên bêhejmar ên mirovên li dijî tundiyê têdikoşin e. M.P. Di çîroka xwe de wiha got: “Ji min pirsî, dewlet kî ye? Digot ez dewlet im, dewlet dê çi bike bi min? Di mala xwe de çek veşartibû, lê tevî ku min gilî kir jî tiştek nehat kirin. Ez bawer im li benda kuştina minin. Piştî ku ez bêm kuştin, dê çend salan ceza bidin û piştre jî berdin. Bi sedan, bi hezaran jinên wek min hene. Ez bi xwe bawer bûm û min kir, herkes dikare bike."
Di van demên ku em ber bi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê ve diçin, careke din derket holê ku her jinek li welat xwedî çîrokek cûda ye. Jin dema ku li dijî neheqî, bêhiqûqî û newekheviya zayendê têkoşînê didin, di heman demê de bi berxwedana xweparastinê re dibin mînaka hevgirtina jinan. Hejmara jinên ku li dijî tundiya mêran zêde dibin, hewl didin pîvanên li ser jinan, zextên îqtîdarê têk bibin, roj bi roj zêde dibin.
Li gorî bîlançoya mehane ya tundiyê ku ajansa me amade kiriye, di 9 mehên destpêkê yên salê de 273 jin hatine qetilkirin, 152 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jinên ku mîrateya têkoşînê ya jinên jiyana xwe ji dest dane dewer girtine, ji bo jiyan û wekheviyê têkoşîna xwe didomînin.
Yek ji vam çîrokên bêhejmar ên jinên ku tundî li wan hatiye kirin û li dijî vê têkoşîn dane jî çîroka M.P. ya 43 salî ye.
M.P ya ku li Wanê piştî zewaca 22 salan a tije tundî di pêvajoya hevberdanê de ye bi 3 zarokên xwe re dijî, li dijî gefên mêrê ku dixwaze xwe jê berde jî têdikoşe. Kiryarê şîdetê H. Polat ku li dibistaneke Artemêtê mamostetiyê dike, li M.P.ya ku dixwaze xwe jê berde, gefa kuştinê dixwe û bi tu awayî nehatiye cezakirin. M.P.'ya ku doza wê ya hevberdanê jî wek giliyên şîdetê hat taloqkirin, ji bo bibe dengê hemû jinan têkoşîna xwe didomîne.
M.P.yê ji me re çîroka xwe ya têkoşînê vedibêje.
Piştî ku zewicî 12 meh şûnde tundî lê hat kirin
M.P.ya ku di sala 2002'an de li gundekî Erziromê bi H. Polat ê ku nas nedikir re hat zewicandin, diyar kir ku beriya zewacê gustîl avêtiye, lê ji ber zextên malbatê neçar maya ku bizewice. M.P, anî ziman ku 12 roj piştî zewaca xwe bi 12 rojan tundî lê hatiye kirin û got, “Wê êvarê min ji mêvanên ku hatin malê re got ‘hûn bi xêr hatin’. Tundî li min kir. Dema min giliyê wî li malbata wî kir jî gotin ji ber ku hez dike hesûdî kiriye û ew parastin. Min jî ji malbata xwe re negot. Diya wî jî ji min re got ku ji malbata xwe re nebêje."
'Ji ber zexta mezinên malbatê vegeriyam'
M.P, anî ziman ku piştî zewaciye di sala2023'yan koçî Wanê kirine, di sala 2003'an de dema ku bi zaroka xwe ya ewil 4 mehî bû ye jî tundî lê hatiye kirin. M.P., anî ziman ku piştî tundiya lê hatiye kirin xwestiye biçe mala malbata xwe û ji H. Polat veqete. Lê li ser israra malbatê careke din bi H.Polat re li hev hatiye. M.P., anî ziman ku neçar maye vegere hawira tundiyê û got, “Tundî ji xwe re kiribû adet. Li min tundî dikirû digot, “Te çiqasî lêdan bixwî tu ewqas xweşik dibî”. Bi heman awayî li zarokên min jî tundî dikir. Min hewl dida zarokên xwe ji wî biparêzim."
'Hewl dida me li malê bişewitîne'
M.P., anî ziman ku asta şîdetê bi demê re bûye îşkence û wiha got: “Carnan dixwest me li malê bişewitîne. Hewl dida ku kolonya birijîne nav malê û agir pêxe. ji ber ku êdî min nikaribû tundî tehamûl bikira min ducaran ji bo hevberdanê serlêdan kir, lê her du caran jî bi destwerdana malbatan ez neçar mam dest jê berdim. Raporên min ku tundî li min hatibû kirin hebû û min pêşkêşî dadgehê kir. 13 sal berê min cara duyemîn doz vekir û raporên tundiyê jî min pêşkêşî dadgehê kirin Lê wan dîsa min razî kirin. Zarokê min ji min dipirsî: 'Ma tu yê dîsa me bixî nav agir?' Lê ez bêçare bûm û Tu hêza min tunebû, li gel min kes tune bû."
Biryara qedexeyê binpê kir
M.P, anî ziman ku cara dawî di sala 2023'an de serlêdana ji bo hevberdanê kiriye û got, "Zarokê min zanîngeh qezenc kiribû, lê nikaribû biçe bixwîne. Ez hîn bûm ku bi navê Kooperatîfa Jiyan, Jin, Hawirdor, Çand û Karsaziyê (YAKAKOOP) kooperatîfa jinan heye û bi pêşengiya hevalekî xwe û piştgiriya wan min doza hevberdanê vekir. Jinan bawer kir ku ez dikarim wiya bikim. Piştre biryara parastina min hat dayîn û qedexeya ku kesê tundiyê li min dike nikare nêzî min bibe hat derxistin. Min du caran ji ber binpêkirina biryara qedexeyê serlêdana sûc kir. Her ku diçûm cihekî ez li ewlekaran digeriyam. Derketin û silavkirina cîran û hevalan ji bo min luks bû. Niha jî di bin parastinê de me. Carekê li ber çavê polîsan xwest êrîşî min bike. Dema ku ez û birayê xwe li rawestgeha otobusê li benda otobusê bûn, wesayit bi ser me de ajot û gef li me xwar, piştre jî dema ku polîs hatin, ajot. Ji ber vê yekê jî her ku ez diçûm cihekî, bi min re polîs dihat. Di rûniştina berê de li edliyeyê li ber çavê her kesî êrîşî me kir. Me yekser serlêdana sûc kir."
M.P, anî ziman ku bêhejmar serlêdanên şîdetê bê encam mane û got ku kiryarê şîdetê H. Polat got, “Dewlet kî ye? Diyar kir ku wî gotiye ez dewlet im, dewlet dikare çi bi min bike? M.P, anî ziman ku piştî danişînê bersûc li ber çavê parêzer û her kesî gef li wî xwariye û got, “Çek di mala xwe de veşartibû, lê tevî ku min îxbar kir jî tiştek nehat kirin. Min gelek caran gilî kir lê tiştek nehat kirin. Ez ditirsim ku min bikuje Piştî ku ez bêm kuştin, dê çend salan ceza bidin û piştre jî berdin. Piştî ku min giliyê wî kir jî, ji ber ku min li ser wî gilî kir, tundî li min kir. Wî zarokê min ê biçûk gazî malê kir, malzemeyên tundiyê ku amade kiribû nîşanî wî da û got, ez ê bi vê diya te bikujim."
Li benda hevberdanê ye
M.P, da zanîn ku ev salek e doza hevberdanê tê taloqkirin û wiha got: “Me 4 danişînan nekarî encamek bi dest bixin. Min dîmenên wî yên ku tundî li min dikir, di forma CDyê de pêşkêşî dadgehê kir. Lê belê dadgehê got ku wan dîmen tevlîhev kirine. Niha li benda rapora pisporan e. Rûniştina din di 4'ê Kanûnê de ye. Ez dixwazim hemû jinan li kêleka xwe bibînim."
'Ez bi xwe bawer bûm bila jinên din jî bi xwe bawer bin'
M.P. wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez di serî de gelek ditirsiyam û min nedixwest ku kes bizanibe tundî li min tê kirin. Lê belê bila êdî jin netirsin. Ez bi xwe bawer bûm û min kir. Wekî min bi hezaran jin hene. Bila bi hêza xwe zaibin û bi xwe bawere bin. Dibe ku ez bi kefenê xwe digerim lê ez bêdeng nemam. Tu tişt wekî ji derve de tê xuyakirin nîne. Min careke din dît ku edalet tune ye. Bi hatina gel min a jinan re min dît ku em çiqas bi hêz in."