Aktîvîsta îranî: Hêzeke me wek Ahûyê heye ku di her kêliyê de biteqe!
- 09:03 17 Mijdar 2024
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Aktîvîst Shaghayegh Noruzî bal kişand ser çalakiya xwendekara zanîngehê Ahû Deryayî û got: “Ev hemû ne tenê propaganda ye, ew ê tu carî pêşiya me negirin. Potensiyeleke radîkal ên Tevgerên Jinan hene, dikarin zext û zordariyê ji holê rakin, ev yek pir bi nirxe û bûye tirsa pergala heyî."
Berxwedana jinan a ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Tehrana paytexta Îranê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” dest pê kir, li her qadê xwe nîşan da. Di 2’yê Mijdarê de, xwendekara Zanîngeha Îslamî Azad a Tehranê Ahû Deryayî çalakiya protestoyî li dijî zextên li hember cil û bergan li dar xist. Piştî çalakiyê Ahû Deryayî hat girtin û bi hinceta "Hişê wê ne serê wê ye" rakirin nexweşxanê.
Derbarê berxwedana Îranê û rewşa dawî ya Ahû Deryayî de aktîvîsta îranî Shaghayegh Noruzî ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
Wêrektiya Ahû Deryayî
Shaghayegh Noruzî, da zanîn ku derbarê Ahû Deryayî de tu agahî bi destnexistine û wiha axivî: "Ahû Deryayî aktîvîsteke wêrek bû û wisa dihat nasîn. Li gorî gotinên hevalên wê yên zanîngehê tevlî gelek çalakiyên zanîngehê bûye. Her wiha dayika 2 zarokan e û ji hevjînê xwe veqetiyaye. Her wiha piştî çalakiyê Ahûyê, hikûmet hevjînê wê derxist televîzyonê û daxwaza parvenekirina dîmenan kir. Ligel ku ev kes veqetiyaye jî dîsa derxistin televîzyonê. Ahû ji bo zarokên xwe xwedî bike dixebite û li aliyekî jî diçe zanîngehê."
'Ahû li dijî tacizê derket'
Shaghayegh Noruzî, wiha bal kişand ser roja çalakiya Ahû Deryayî: "Qaşo nobedar ji bo ewlehiyê li ber deriyê zanîngehê disekînin tenê ji cil û bergan kontrol dike. Nobedarek Ahû Deryayê dide sekinandin û ji ber cil û bergan dengê xwe bilind dike û taciz dike. Ahû Deryayî li dijî vê derdikeve û dûre lêdanê dixwi û dest didin beden û cilên wê. Dû re Ahû li hemberî êrişan cil û bergên xwe derdixe û peyama 'Hûn gelek meraq dikin ka min çi li xwe kiriye?' Piştre gelek polîs dikevin zanîngehê û Ahû Deryayî binçav dikin."
Nexweşxaneya derûniyê wek tehdîdek tê bikaranî
Aktîvîst Shaghayegh Noruzî, diyar kir ku Ahû Deryayî ya ku hat binçavkirin birine nexweşxaneya derûniyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ahû tenê li dijî zextên ferzkirina cil û bergan derket û ew birin nexweşxaneyê. Nexweşxaneya derûniyê li dijî jinan wek tehdîdek tê bikaranîn. Gelek caran jinan bi vê rêbazê tehdît dikin. Dixwazin çalakiyên jinan bê wate bikin. Em nizanîn niha çi bi Ahûyê dikin û tenê dibêjin dermanên giran didin Ahûyê. Em nizanin gelo gardiyan an bijîşk derman dide Ahûyê. Ji ber ku gelek ev rêbaz wek îşkenceyê tê bikaranîn. Em baş nizanin ku li kijan nexweşxanê ye. Bi taybetî em nizanin li ku ye. Agahiya ku rewiyaye û piştre carekdin hatiye girtin heye. Lê belê em nizanin û em nikarin xwe bighînin agahiyên rast."
Li kolanan dirûşma 'Jin jiyan azadî'
Shaghayegh Noruzî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser berxwedana jinan: "Tevgerên jinan bi berxwedanê li dijî ferzkirina cil û bergan derketin. Mînak jin li kolanan turbanên xwe derxistin û ji roja destpêke heta îro jinan paşve gav neavêtin. Kampanyayên cur bi cur hatin lidarxistin. Dirûşma 'Jin jiyan azadî' li kolanan 8 meh deng da. Ev yek hêj didome û mezin dibe. Potensiyeleke radîkal ên Tevgerên Jinan hene, dikarin zext û zordariyê ji holê rakin, ev yek pir bi nirxe û bûye tirsa pergala heyî."
'Êdî jin nayên rawestandin'
Aktîvîst Shaghayegh Noruzî, da zanîn ku li gelek herêmên Rojhilata Navîn berxwedana jinan heye û Îran jî wan herêman e û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hêj di 16 salî de derbarê jinan de biryaran didin. Dijminatiya dîktadoriya Komara Îslamî ya Îranê û dîktatoriya îslamî ya li hemberî jinan wek pergalek e. Li gelek herêmên Rojhilata Navîn jî heman tişt heye. Lê belê berxwedana ku derketiye holê tê wateya xwedîderketina li jiyana xwe. Êdî kes nikare jinan asteng bike. Bifikirin piştî 2 û 3 nifşên din! Êdî kes nikare rê li ber jinan bigire. Hikûmeta Îranê we yekê baş dizane. Lê divê bê zanîn ku jin pir bi hêrs in. Ji her tiştê û hefsa ku li dora jinan hatî avakirin bêzar bûn e. Êdî jin nayên rawestandin, di binê erdê bin jî dê ji bo azadiya xwe jiyana xwe avabikin."