Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (17)
- 09:04 17 Mijdar 2024
- Dosya
Jin xwe bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' diparêzin
Mîdye Miqted
HELEB - Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Heyfa Hisên û ji Rêveberiya Qereqola Polîsan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cumene Cafer têkildarî 25'ê Mijdarê dan zanîn hedefgirtina jinan hedefgirtina şoreşê ye û gotin:"Bi saya avakirina tevger û rêxistinên jinan, çalakbûna jinan a li qadan bingehek ji bo parastina jinan a ji tundiyê ava bû. Vê bingehê jî xwe li ser hîmê felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' mezin kir. Bi taybet piştî şoreşa Rojava jinan qadên xwe yên têkoşînê û berxwedana li dijî tundiyê mezin kirin."
Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Heyfa Hisên û ji Rêveberiya Qereqola Polîsan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cumene Cafer têkildarî 25'ê Mijdarê bal birin ser têkoşîn û rêxistinbûyina jinên Helebê û gotin bi taybet piştî Şoreşa Rojava jinan têkoşîna xwe û rêxistinbûyina xwe ya li dijî tundiyê zêde kirin her wiha li her qadên jiyanê bi awayekî çalak cihên xwe girtin. Her wiha jinan gotin:"Jin xwe bi felsefeya 'Jin jiyan azadî' diparêzin."
'Salên dirêj e ku jin li dijî tundiyê têdikoşin'
Ji aliyê xwe ve têkildarî vê rojê ji Rêveberiya Qereqola Polîsan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cumene Cafer axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"Tundiyeke mezin li ser Xwişkên Mîrabel hat kirin. Ji wê dîrokê û heya roja me ya îro jî jin li dijî tundiya domdar serî hildidin û têkoşîna li dij tundiyê didin meşandin. Hemû jinên ku îro cihê xwe di sazî û dezgehan de digrin li ser bingeha perçiqandina tundiya heyî berxwedanê dikin da ku li kêleka jinên ku tundî li wan tên kirin, bisekinin û wan biparêzin."
'Em jinan ji tundiyê diparêzin'
Cumene Cafer da zanîn ew hewl didin li dijî tundiya li ser jinan bibin bersiv û wiha pê de çû:"Dema ku em dibînin jinek di nava civakê de tundiyê dibîne, em weke Hêza Ewlekariya Hundirîn di destpêkê de em jinên ku banga parastina ji tundiyê dikin digrin gel xwe. Em giliyên wan digirin û derbasî dozgeriyê dikin. Piştre em bi Rêxistina Sara û Mala Jinê re dikevin nava têkiliyan da ku em bi hev re li hember tundiya heyî bibin bersiv û jinên ku tundiyê ji mêr dibînin, biparêzin."
'Hedefgirtina jinan hedefgirtina şoreşê ye'
Di dirêjiya axaftina xwe de Cumene Cafer da zanîn ku hedefgirtina jinan tê wateya hedefgirtina şoreşê û wiha domand:"Her çiqas di şoreşa Rojava de jî jin bûn pêşengê şoreş û civaka xwe lê dîsa jî tundî ji aliyê mêrê serwer ve li wan tê kirin. Ne tenê jinên di nava malbet û civakê de lê belê jinên ku dibin rêvebir û fermandar jî ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve tên hedefgirtin. Ev jî bi serê xwe tundiya herî mezin a derheqê şoreş û civakê ye."
'Koçkirina bi zorê ya ji warê xwe tundiya mezin bû'
Cumene Cafer eşkere kir ku bi dagirkirina bajarê Efrînê tundî bi her cureyî li ser mirov û xwezayê pêk haiye û got:"Weke welatiyên bajarê Efrînê ji ber êrişiên dewleta tirk a dagirker em bi darê zorê ji warê xwe koçber bûn. Ev tundiya herî mezin a derheqê me de bû ji ber ku bi va êrîşan re jin û zarok hatin qetil kirin. Ne tenê mirov, tundî li xwezaya me jî hat kirin. Bi qutkirin û şewitandina darên zeytûnê tundî di asta herî mezin de cih girt. He wiha koçkirina bi darê zorê ya ji warê xwe, tundiya herî mezin bû'"
'Dê bi felsefeya Rêbertî jinê xwe ji tundiyê rizgar bikin'
Cumene Cafer bi bîr anî ku tiştê bihêle jin xwe ji tundiya ku li ser wê tê ferzkirin rizgar bike vîn û îradeya wê bi xwe ye û wiha got:"Hêvî û daxwaza me ji tevahî jinan ew e ku xwedî vîn û îradeya xurt bin, li dijî tundiyê serî nedin tewandin. Divê jin di rêka perwerdeyan re tundiya li ser xwe bidin bi dawîkirin. Her wiha divê jin xwe li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî di heman demê de ramanên Rêbertî xwe bi rêxistin bikin. Encax bi riya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin bikaribe xwedî li xwe derkeve. Ji ber bi saya vê felsefeyê îro em xwe di her qadê de didin îsbatkirin û em xwe pêş dixin. Dê bi felsefeya Rêbertî jinê xwe ji tundiyê rizgar bikin."
Bi sozdayina berdewamkirina xebat û têkoşîna li dijî tundiya heyî û sekna li kêleka her jineke tundî li ser tê ferzkirin Cumene Cafer axaftina xwe bi dawî kir.
'Her cure tundî li jinan tê kirin'
Di heman demê de têkildarî heman mijarê Endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Heyfa Hisên jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha dirêjî dayê:"Tenê di 25'ê Mijdarê de tundî li jinan nayê kirin. Gerek em li dîrokê binêrin. Tundî her tim li jinan hatiye kirin. Divê em di 25'ê Mijdarê de tundiya li ser jinan şemezar bikin. Divê em jî ne tenê di 25'ê Mijdarê de her tim li dijî tundiya li ser jinan li berxwe bidin. Rojek tenê wê ne têrker be ku em tê de qala tundiya ku li ser jinan tê meşandin bikin. Ji ber ku heta roja me ya îro tundî li jinan tê kirin. Ne tenê tundiya fîzîkî ya derûnî jî li jinan tê kirin. Axaftinên ne baş ji jinê re tê kirin. Ev jî dibe tundiya derûnî. "
'Divê jin xwe nas bikin'
Di domandina axaftina xwe de Heyfa Hisên got ji bo jin xwe ji tundiyê bidin rizgar kirin divê xwe nas bikin û wiha got:"Tundiya li ser jinan her berdewam e lê heya ku jin bi xwe bikaribin divê li dijî tundiyê xwe biparêzin. Divê jin xwe nas bikin her wiha em xwedî çalakiyên domdar bin ku em bibin bersiva tundiyê."
Gelek saziyên jinan hatin vekirin
Heyfa Hisên da zanîn ku berî şoreşa Rojava gelek caran tundî li jinan hatiye kirin, di hemû cure qirkirinê re derbas bûn, heya ev şoreş bi ser ket û wiha got:"Berî şoreşa Rojava herî zêde tundî li jinan hatiye kirin. Ji ber ku pêşketina jinan ji bo mêr wekî metirseyekê dihat dîtin loma jin hem li malê hem jî li derve bi tundiyê rû bi rû diman. Ji bo ku desthilatdarî jî pêşî li destkeftî û pêşketinên jinan bigire wan dike hedefa xwe lê gava herî girîng ku di nava vê şoreşê de hat avêtin ew e ku gelek sazî û rêxistinên jinan ên ku dikarin pêşî li hember tundiyê bigrin hatin avakirin. Weke Rêxistina Sara, Kongra Star, Mala jin û her wekî dinê. Wê ev saziyên me di nava cîhanê de bibin mînak û li ser wê bingehê wê li hemû deveran sazî û dezgehên jin bên avakirin."
'Jin Jiyan Azadî dirûşma tekoşînê ye'
Di axaftina xwe ya ber bi dawiyê de Heyfa Hisên got divê jin dirûşma jin jiyan azadî bike bingeha derketina li dijî tundiyê û wiha got:"Di nava şoreşa Rojava de jin di her qadê de cihê xwe girtin, bûn fermandar û di her warî de, di asta rêvebertiyê de cih girtin lê ev jin bi hêsanî dibûn hedefa dewleta tirk a dagirker lê belê em bi carekê dirûşma xwe ya Jin Jiyan Azadî ji bîr nekin û li gorî wê, dê tekoşîna me her gurtir bibe."
'Divê jinên cîhanê tundiya li ser xwe nedin pejirandin'
Di dawiya axaftina xwe de Heyfa Hisên wiha got:"Em weke Rêxistina Sara hewl didin bi riya zanîn, bi rêxistinkirin û perwerdeyan li kêleka jinan bisekinin her wiha bikaribin wan ji tundiyê bidin rizgarkirin lê divê hemû jinên cîhanê jî tundiya li ser xwe nedin pejirandin û bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dawî li tundiyê bînin."