Di Çemê Dîcleyê de cenazeyê jinekê hat dîtin 2018-08-12 15:27:41   ŞIRNEX - Li Cizîrê di Çemê Dîcleyê de cenazeyê jina bi navê Asya Kolanç hat dîtin.   Cenazeyê jina 45 salî Asya Kolanç a li gundê Kurtuluş ê navçeya  Cizira Şirnexê dijiya, di Çemê Dîcleyê de hat dîtin. Li peravên Çem telefon û çantayê Kolanç hatin dîtin. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku Kolanç ji bo ku xwe hînik bike dikeve avê û carekedin jê dernakeve.   Malbatê cenazeyê Asyayê girt û li goristina Cizîrê defin kirin. Hat zanîn ku Asya dayîka 2 zarokan e û hevjînê wê Azîz Kolanç, bi hincetên siyasî cezayê muebetê lê hatiye birîn û 24 sal in di girtîgehê de ye. Azîz Kolanç niha li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê ye.