Li Denîzliyê jinek û zarokek hatin qetilkirin
- 11:48 12 Tebax 2018
- Rojane
DENÎZLÎ - Li navçeya Merkezefendî, mêrê bi navê Alî Aslan ê ku jina pê re zewicandî Sevgî Arslan û keça xwe Esma Arslan qetil kir piştre jî întîhar kir û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Denîzlî ya Merkezefendî bi hinceta "karê wî nebaş diçe" Alî Arslan (47), jina pê re zewicandî Sevgî Arslan (45) û keça xwe Esma Arslan (13) qetil kir. Mêrê kujer piştre jî întîhar kir û jiyana xwe ji dest da. Cenaze ji aliyê ambulansên ku hatin cihê bûyerê ve rakirin morgê û polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin.