Li Denîzliyê jinek û zarokek hatin qetilkirin 2018-08-12 11:48:39   DENÎZLÎ - Li navçeya Merkezefendî, mêrê bi navê Alî Aslan ê ku jina pê re zewicandî Sevgî Arslan û keça xwe Esma Arslan qetil kir piştre jî întîhar kir û jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Denîzlî ya Merkezefendî bi hinceta "karê wî nebaş diçe"  Alî Arslan (47), jina pê re zewicandî Sevgî Arslan (45)  û keça xwe Esma Arslan (13) qetil kir. Mêrê kujer piştre jî întîhar kir û jiyana xwe ji dest da. Cenaze ji aliyê ambulansên ku hatin cihê bûyerê ve rakirin morgê û polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirin.