HDP'ê ji bo jinên ducanî û yên nû welidîne kampanya da destpêkirin
- 12:49 11 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a HDP'ê, ji bo jinên ducanî û nû welidîne bên berdan kampanya da destpêkirin.
Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku jinên ducanî û nû welidîne bên berdan li ser sîteya "Change.org” kampanya da destpêkirin. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a HDP'ê, berê jî mijar bi pêşniyaran anîbû rojevê û gilyê dadger û dozgeran li Desteya Dadgeran û Dozgeran kir, bi sedema ku li gorî qanûna bi nimroya 5275’an biryara berdanê nadibûn.
HDP, dibêje ku heta ku jinên ducanî û yên welidîne di girtîgehê de nemînin ewê kampanyaya xwe berdewam bike.