HDP'ê ji bo jinên ducanî û yên nû welidîne kampanya da destpêkirin 2018-08-11 12:49:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan  a HDP'ê, ji bo jinên ducanî û nû welidîne bên berdan  kampanya da destpêkirin.   Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku jinên ducanî û nû welidîne bên berdan li ser sîteya "Change.org” kampanya da destpêkirin.  Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a HDP'ê, berê jî mijar bi pêşniyaran anîbû rojevê û  gilyê dadger û dozgeran li Desteya Dadgeran û Dozgeran kir, bi sedema  ku li gorî qanûna bi nimroya 5275’an  biryara berdanê nadibûn.   HDP, dibêje ku heta ku jinên ducanî û yên welidîne di girtîgehê de nemînin ewê kampanyaya xwe berdewam bike.