Di çalakiyên Geziyê de birîndar bû, piştî bi 5 salan jiyana xwe ji dest da
- 12:35 10 Tebax 2018
- Rojane
ENQERE - Seroka DSÎP'ê ya Enqereyê Seval Duman Erol ya ku di bûyerên Geziyê de bi guleya gazê birîndar bû, piştî bûyerê bi 5 salan jiyana xwe ji dest da.
Seroka Partiya Kedkaran û Sosyalîtên Şoreşger (DSÎP) Seval Duman Erol, ji ber ku xwîn çû ser mêjiyê wê jiyana xwe ji dest da. Seval berî bi 5 salan di bûyerên Geziyê de bi guleya gazê ku li serê wê ketibû birîndar bibû, piştî dermankirineke demdirêjî baş bibû.