Di çalakiyên Geziyê de birîndar bû, piştî bi 5 salan jiyana xwe ji dest da 2018-08-10 12:35:45   ENQERE - Seroka DSÎP'ê ya Enqereyê Seval Duman  Erol ya ku di bûyerên Geziyê de bi guleya gazê birîndar bû, piştî bûyerê bi 5 salan jiyana xwe ji dest da.    Seroka Partiya Kedkaran û Sosyalîtên Şoreşger (DSÎP)  Seval Duman Erol, ji ber ku xwîn çû ser mêjiyê wê jiyana xwe ji dest da. Seval berî bi 5 salan di bûyerên Geziyê de bi guleya gazê ku li serê wê ketibû birîndar bibû, piştî dermankirineke demdirêjî baş bibû.