Li Îzmîr, Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin

  • 13:15 7 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, li navçeya Elkê ya Şirnexê û li sê navçeyên Îzmîrê girtin ser malan û gelek kes binçav kirin.
 
Riha
 
Li taxa Yukari Dorûklû ya navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de Zeynep Dagtekîn, Alî Dagtekîn ê 17 salî û kesekî ku navê wî nehat zanîn, hatin destgîrkirin. 3 kesên hinceta destgîrkirina wan nehat zanîn, piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa TEM’ê ya Rihayê.
 
Şirnex
 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî polîsan girtin ser gelek malan û li vê derê 5 kes binçav kirin. Hinceta destgîrkirinê nehate diyarkirin.
 
Îzmîr
 
Polîsan saet di 05.00’an de li navçeyên Bornova, Menderes û Konakê yên Îzmîrê girtin ser malan.
 
Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên ku navên wan hatine hînbûn ev in; Salîh Aydin, Ferdî Kadan, Vahît Sayan û Mehmet Şerîf Salman.