Li Îzmîr, Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin 2018-08-07 13:15:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, li navçeya Elkê ya Şirnexê û li sê navçeyên Îzmîrê girtin ser malan û gelek kes binçav kirin.   Riha   Li taxa Yukari Dorûklû ya navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê di serdegirtina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinê de Zeynep Dagtekîn, Alî Dagtekîn ê 17 salî û kesekî ku navê wî nehat zanîn, hatin destgîrkirin. 3 kesên hinceta destgîrkirina wan nehat zanîn, piştî kontrola tenduristiyê birin Şaxa TEM’ê ya Rihayê.   Şirnex   Li navçeya Elkê ya Şirnexê jî polîsan girtin ser gelek malan û li vê derê 5 kes binçav kirin. Hinceta destgîrkirinê nehate diyarkirin.   Îzmîr   Polîsan saet di 05.00’an de li navçeyên Bornova, Menderes û Konakê yên Îzmîrê girtin ser malan.   Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên ku navên wan hatine hînbûn ev in; Salîh Aydin, Ferdî Kadan, Vahît Sayan û Mehmet Şerîf Salman.