'Kongreya KPCD-Jin ji bo polîtîkayên perwerdeyê bû hêviyek mezin'

  • 10:18 5 Tebax 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîvan
 
QAMIŞLO - KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi tevlîbûna 350 delegeyan û mamosteyên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Azadî û bedewî bi zanista jinan dê bigihîje rastiya hevjiyana azad." li dar xist. Endama Rêveberiya KPCD-Jin a Kantona Qamişloyê Mamoste Iptîsa Hisên da zanîn ku 
Kongreya KPCD-Jin ji bo polîtîkayên perwerdeyê bû hêviyek mezin.
 
KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi tevlîbûna 350 delegeyan û mamosteyên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Azadî û bedewî bi zanista jinan dê bigihîje rastiya hevjiyana azad." li dar xist. Endama Rêveberiya KPCD-Jin a Kantona Qamişloyê Mamoste Iptîsa Hisên got ku wan bi morelekî mezin kongreya xwe li dar xistine û hêviya ji bo pêşketina perwerdeyê geştir bûye. 
 
Iptîsa Hisên diyar kir ku armanca wan a yekem ew e ku jinan bi zanistiya Jîneolojiyê perwerde bikin û got:"Hemû jinên ku beşdarî kongreyê bûn bi serbestî fikrên xwe anîn ziman, nîqaş hatin kirin û biryarên hevpar ên ku dê pêşiya civakê veke hat stendin. Armanca me yek jê ew e ku mamosteyên me xwe di milê perwerdeyê de xurt bikin û bikaribin nifşên nû baş perwerde bikin. Kongreya KPCD-Jin ji bo polîtîkayên perwerdeyê bû hêviyek mezin."