'Kongreya KPCD-Jin ji bo polîtîkayên perwerdeyê bû hêviyek mezin' 2018-08-05 10:18:09   Stêrvan Bêrîvan   QAMIŞLO - KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi tevlîbûna 350 delegeyan û mamosteyên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Azadî û bedewî bi zanista jinan dê bigihîje rastiya hevjiyana azad." li dar xist. Endama Rêveberiya KPCD-Jin a Kantona Qamişloyê Mamoste Iptîsa Hisên da zanîn ku  Kongreya KPCD-Jin ji bo polîtîkayên perwerdeyê bû hêviyek mezin.   KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi tevlîbûna 350 delegeyan û mamosteyên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Azadî û bedewî bi zanista jinan dê bigihîje rastiya hevjiyana azad." li dar xist. Endama Rêveberiya KPCD-Jin a Kantona Qamişloyê Mamoste Iptîsa Hisên got ku wan bi morelekî mezin kongreya xwe li dar xistine û hêviya ji bo pêşketina perwerdeyê geştir bûye.    Iptîsa Hisên diyar kir ku armanca wan a yekem ew e ku jinan bi zanistiya Jîneolojiyê perwerde bikin û got:"Hemû jinên ku beşdarî kongreyê bûn bi serbestî fikrên xwe anîn ziman, nîqaş hatin kirin û biryarên hevpar ên ku dê pêşiya civakê veke hat stendin. Armanca me yek jê ew e ku mamosteyên me xwe di milê perwerdeyê de xurt bikin û bikaribin nifşên nû baş perwerde bikin. Kongreya KPCD-Jin ji bo polîtîkayên perwerdeyê bû hêviyek mezin."