Jinek Êzidî ji destên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin
- 17:22 4 Tebax 2018
- Rojane
Nesirin Hisên/ Hewlêr Şahîn
ŞENGAL - Çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran kes qetil kirin û bi hezaran jinên Êzidî revandin. Çeteyan şîddet li jinên Êzidî kirin û ew li bazaran firotin. Di encama Pêngava Bagera Cizîrê ya ji aliyê Hêzên QSD'ê ve dest pê kir jinek Êzidî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin.
Çeteyên DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran kes qetil kirin û bi hezaran jinên Êzidî revandin. Çeteyan şîddet li jinên Êzidî kirin û ew li bazaran firotin. Di encama Pêngava Bagera Cizîrê ya ji aliyê Hêzên QSD'ê ve dest pê kir jina Êzidî ya bi navê Eniwar Hamid Mirad, ji Gundê Koçoyê û 19 salî ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin. Eniwarê ji hêzên QSD'ê spas kir û got:"Ez gelekî kêfxweş im ku gihaştim malbata xwe. Ez hêvî dikim jinên Êzidî yên din jî ji destên çeteyan rizgar bibe."
Eniwar Hamid Mirad diyar kir ku çeteyan gelek zilim li wan kirine û got:"Berî fermanê bi hefteyekê min navê DAÎŞ'ê bihîstibû. 3 mêr ji gundê me revandibûn. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir em ketin nav hewldana xwe rizgarkirinê. Bavê min xwe rizgar kir, Ez û 2 birayên xwe em ketin destên çeteyan 2 birayên min xwe rizgar kirin. Jin û mêr ji hev qut kirin û bi wesayetê em birin Mûsûlê, em 24 rojî li wir man. Dawiyê em keçên ciwan birin li malekê kom kirin. Her çeteyekî jinek ji bo xwe birin. Mêrê bi navê Ebû Diham ez ji bo xwe bir. Dawiyê me birin Girzerikê û li wir olê Mislimantiyê şanî me dan."
'Me hewl da ku em xwe bikujin'
Eniwarê anî ziman ku ji ber zilma çeteyan wan xwestiye ku xwe bikujin û wiha domand:"Em 14 jin bûn. Me derman xwar ji bo ku em bimirin lê tiştek bi me nehat. Mêrê ku min ji bo xwe biribû mir. Dawiyê ez hatim rizgarkirin. Min tu carî bawer nedikir ku ez rizgar bibim. Ji bo ku QSD'ê ez rizgar kir ez spas dikim."
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Fehime Medo axivî û got:"Em gelekî kêfxweş bûn ku jinek din jî ji destên çeteyan hat rizgarkirin. Loma em ji bo ku jinek din jî azad kir ji hêzên QSD'ê re spas dikin. Em hêvî dikin ku jinên din jî ji destên çeteyan bên rizgarkirin."
Bavê Eniwar Hamid Mirad jî axivî û got ku ew gelekî kêfxweş in ku gihaştina keça xwe û anî ziman ku ew hêvî dikin careke din fermanên bi vî rengî neyê dubarekirin.