Kurdistanî li dijî tecrîdê derketin ser rê
- 12:36 17 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Ji bajarên cuda gelek kes ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku dê îro li Êlihê were lidarxistin, bi rê ketin.
Platforma Saziyên Demokratîk îro dê li Xaçerêya Dortyolê ya Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar bixe. Gelek kesên ji bajarên cuda ji bo mitîngê bi rê ketin.
Welatiyên ji Herêma Botanê bi rê ketin, li petroleke li navçeya Kercewsê hatin gel hev. Li vir govend gerandin û ber bi Êlihê ve ketin rê.
Girseya ji Amed û Mêrdînê bi rê ketî jî li Sêrêya Bismilê kom dibin. Welatiya li vir govend gerandin.