Kongreya KPCD-Jin bi xwendina rêziknameyê didome

  • 13:57 4 Tebax 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongreya KPCD-Jin ku bi dirûşma "Bi jinoleojiya azad û bedew ber bi heqîqeta hevjiyana azad ve" dest pê kiribû di roja xwe ya duyemîn de bi xwendina rêziknameyê berdewam dike.
 
Kongreya KPCD-Jin ku bi dirûşma "Bi jinoleojiya azad û bedew ber bi heqîqeta hevjiyana azad ve" dest pê kiribû di roja xwe ya duyemîn de bi xwendina rêziknameyê berdewam dike.
Rêzikname bi zimanê Kurdî û Erebî hat xwendin. Di rêziknameyê de di beşa yekemîn de nav, sembol, duruşme, armanc, di beşa duyemîn de jî şêwazê bi rêxistinî û rêvebirina KPCD-jin cih girt, beşa sêyemîn ji rist û karbeşiya pêkhateya KPCD-jin a li Bakurê Sûriyeyê pêk hat, beşa çaremîn jî ji mercên endametiyê, pîvana erê û berpisiyariyên endamên KPCD-jin,mafên endaman pêk hat. 
 
Rêzikname di nav delegesyona de hat hilbijartin. 
 
Kongre bi sereraskirin û pêşniyarên li ser rêziknamê  berdewam dike.