Kongreya KPCD-Jin di roja duyemîn de didome

  • 11:40 4 Tebax 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekemîn Kongreya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Jinan, di roja duyemîn de dewam dike.
 
Duh KPCD-Jin yekemîn kongreya xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê bi tevlêbûna 350 delegeyan û mamosteyên ji Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Azadî û bedewî bi zanista jinan dê bigihîje rastiya hevjiyana azad" dest pê kir.
 
Di roja yekemîn a kongreyê de, ji aliyê Koordînasyona KPC-Demokratîk Nûjin Ferhad, yek ji şahidên komkujiya Şengalê Netwî Xemgîn, ji rêveberên Kongreya Star Henîfe Mihemed û bi navê mamosteyên Şengalê Sebîhe Sebrî axaftin hatin kirin.
 
Piştî axaftinan, raporên xebata du salan hatin xwendin û nirxandin.
 
Beriya niha bi çend kêliyan jî, roja duyemîn a kongreyê bi xwendina rêziknameya KPCD-Jin bi zimanê kurdî û erebî dest pê kir.
 
Tê payîn ku kongre îro bi girtina biryaran bi dawî bibe.