Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir

  • 10:36 4 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtina malbata Abdullah Ocalan û malbatên sê girtiyên din red kir. 
 
Xwişk, bira û vasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, Mehmet Ocalan û Mazlum Dînç ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê daxwaza malbatan red kir û carek din destûr neda hevdîtinê. 
 
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi riya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kir. 
 
Serdozgeriyê ji 11’ê îlona 2016’an vir ve cara 87’emîn e serlêdana malbatan red dike.