Ciwanên Kobanê berê xwe dan Deriyê Sêmalkayê

  • 10:13 4 Tebax 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê û navçeyên wê ji bo piştgiriya ciwanên Başûr berê xwe dan deriyê Sêmalkayê da ku biçin Başûrê Kurdistanê û bibin mertalê zindî.
 
Duh, bi dehan ciwanên Kobanê berê xwe da herêma Cizîrê da ku tev li konê çalakiyê bibe ku ji aliyê Yekitiya Ciwanên Rojava li herêma Cizîrê ve di çarçoveya pêngava "Serî hilde" hatiye vedan. Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê jî bi dirûşma " Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî jî bi ser bikevin" ji bo piştgiriyê bere xwe dan deriyê Sêmalkayê.  
 
'Bi felsefeya têkoşînê em berê xwe didin Başûrê Kurdistanê'
 
Endama  Yekîtiya Jinên Ciwan Rodîkan Mustefa diyar kir ku bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îro berê xwe didin Sêmalka û wiha got: "Bi felsefeya têkoşînê em berê xwe didin Başûrê Kurdistanê. Em wek jinên ciwan ên Kantona Kobanê ji bo piştgiriya ciwanên Başûrê Kurdistanê em  berê xwe didin deriyê Sêmalkayê. Em ê êrîşên dewleta Tirk  ku li ser Başûr tên kirin şermezar bikin, heta ku yek ciwan ji me hebe wê li hemberî dijmin bisekine û wê serkeftin her ya me be."
 
Her wiha Sulafa Nesan û Însaf Mehmûd jî  wiha gotin: "Tu caran wê Dewleta Tirk a dagirker nikaribe bi ser keve, ji ber ku bi hezaran ciwan li hemberî dewleta Tirk wê bisekinin."