Kongra KPCD - JIN roja yekem li dûv xwe hişt

  • 18:39 3 Tebax 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Kongra KPCD-JIN ku di bin duruşmeya "Bi jineolojiya azad û bedew ber bi heqîqeta hevjiyana azad ve" roja xwe ya yekem bi dawî kir.
 
Bi armanca nirxandina xebatên du salan û girtina pêşniyar û biryaran, her wiha ji bo pêşxistina xebata jinan di warê perwerde û fêrkirinê de û derbaskirina kêmasiyên berê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk-Jin (KPCD-Jin) yekemîn kongreya  xwe li Taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo yê girêdayî herêma Cizîrê roja xwe ya yekem bi dawî kir. Rapora du salan xebatê ku komîteya perwerdeya civaka demokiratîk jin bi zimanê kurdî ji milê rêverberiya jin a KPCD ê Rûken Şêx Hesen, bi zimanê Erebî jî ji milê Ferh Hesen ve hat xwendin.
 
Piştî xwendina rapora du salan sinevizyona ku  xebatên KPCD jin  yê du salan nîşan dida ji delgsiyonan re hat pêşkêş kirin.
 
Nîqaş li ser xwendina rapora du salan di nav delgasiyonan de hat kirin. Nîqaş piraniya xwe li ser xebatên ku di nava du salan de hate kirin. Delgasiyonan anîn ziman ku lidarxistina kongirê piştî du salan  ji bo wan tê xuya kirin ku lidarxistina kongirê berhema karê du salan e. Mijarên ku di raporê de kêm mabû ji aliyê delgasiyonan ve hat temam kirin. Rexine û rexnedayîn û pêşnîyar ji mile delgasiyonan ve hat kirin.
 
Kongire roja yekem bi niqaşan dawî kir lê di roja xwe ya duyemîn de berdewam bike.